Brîtanya: Emê bi mûşekên Tomahawk li Îranê bidin
Rojnameya The Sun ya Brîtanî li ser zarê rayedarên leşkerî yên vê welatî belav kir ku jêrderiyayiyeke Brîtanî yaku bi enerjiya etomî kar dike gehêştiye Kendavê û senger girtiye.
Jêder behsa vê yekê kiriye ku rayedarên Brîtanî diyar kirine ku armanc ji şandina vê jêrderiyayiya han eve daku eger şerê navbera Amerîka û Îranê destpê bike, bi mûşekên Tomahawk bordimana navendên curbicur yên Îranê bike.
