Merkel, Macron û Johnson daxwazekê ji Îranê dikin
Şêwirmenda Almanya Angela Merke, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson bi telefonê bi hev re axivîn û piştre di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin: “Em daxwaz ji Îranê dikin, hemû rênimayên li dijî rêkeftina atomî ne rawestîne.”
Ev daxuyaniya her sê welatan piştî wê yekê tê, duhî Îranê ragihand, di çarçova “pêngava pêncemîn û ya dawiyê” a kêmkirina pabendbûnên xwe yên navdewletî de, Îranê dest ji hemû bendên li ser çalakiyên wê yên atomî ne berdaye.
Herwiha her sê welatan daxwaz ji Îranê kir, wek tolvedanekê ji kuştina Qasim Suleymanî re, ti karên tund neke.
Merkel, Macron û Johnson got: “Ya girîng niha ew e, pirsgirêk gur nebin û daxwaz ji hemû aliyan dike xwe bigirin û berpirsyar bin.”
Piştî ku Parlemana Iraqê daxwaza bidawîkirina hêzên biyanî li Iraqê kiribû. Her sê welatên Ewropî daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir, operasyonên jinavbirina DAIŞê nexin metrisiyê û daxwaz ji desthilatên Iraqê kir, alîkariyên pêwîst pêşkêşî Hevpeymaniya Nvadewletî bike.
K24
