• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kanada jî çalakiyên xwe li Îraqê rawestand

Gulan Media January 6, 2020 Nûçe
Kanada jî çalakiyên xwe li Îraqê rawestand
200 leşkerên Kanadayê artêşa Îraqê perwerde dikin
Hikûmeta Kanadayê belav kir ku piştî aloz bûna rewşa Îraqê û herwiha kuştina Qasim Silêmanî û rayedarên din yên heşda şebî, ji aliyê Amerîkayê ve, biryar daye daku kar û çalakiyên leşkerên xwe yên li Îraqê rawestîne.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Kanadayê, 200 leşkerên Kanadayê li Îraqî meşxûlî perwerde kirina artêşa Îraqê ne lê jiber rewşa aloz ya Îraqê biryar hatiye dayîn daku leşkerên Kanadî çalakiyên xwe yên bo perwerde kirina artêşa Îraqê rawestînin.

Top