Wezareta derve ya Îraqê balyozê Emerîkayê li Bexda banghêşt kir
Di beyannemaeyê de, wezareta derve ya Îraqê ragehand, Matyo Toler, balyozê Emerîkayê li Bexda bangêşt kir, li ser wan hêrişên asmanî yên Emerîkayê li Qayîm kirin ser baregehên Heşda Şeibî ku bi sedema bi dehan çekdarên Heşdê hatin kuştin. Herweha ew hêrişa berê sipêdeya roja Heyînîyê li nêzîk firokexane ya Bexdayê encam da ku bû sedema kuştina Ebû Mehdî Muhendis, cêgirê serokê deste ya Heşda Şeibî û ewên bi wî re bûn.
Di beyannameyê de hatîye, li dema hatina balyozê Emerîkayê bo wezareta derveya Îraqê, Ebdulkerîm Haşim Mistefa, birîkarê pêşkevtî yê wezaretê dîdar pê re kirîye.
Di dîdarê de, birîkarê pêşkevtî yê wezaretê nîgeranî ya Îraqê bi balyozî re ragehandîye û bi tundî hêrişên Emerîkayê şermezar kirîye.
Ebdulkerîm Heşim tekez kirîye, ew hêrişên Emerîkayê di nav axa Îraqê de encam dane, binpêkirina serwerîya axa Îraqê ye û vajî ya hemû yasa û binemayên nêvdewletî ye. Tekez jî kirîye, Îraq her hêriş û destdirêjîyekê red dike ku di nav axa wê de dijî welatên cîran bihêt encamdan.
Got jî: Ew hêrişên hanê vajîya wan binemayane ku em li gel Hevpeymanîya Nêvdewletî rêkkevtine, çunk rêkkevtina me tenê rûbirûbûna Daişê û rahînana hêzên Îraqî bûye, ew jî bi serperiştî û hevahengî li gel hikumeta Îraqê.
K24
