• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê herêmê pêşwaziya balyozê nû yê Îmaratê kir

Gulan Media December 5, 2024 Nûçe
Serokê herêmê pêşwaziya balyozê nû  yê Îmaratê kir

Behsa têkiliyên du alî di navbera Kurdistan û Îmaratê de hatiye kirin.

Duh Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Îmaratê li Îraqê Ebdula Meter Xemîs Elmezrûyî kir û di civînê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li balyozê nû yê Îmaratê kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest û piştîvaniya xwe û aliyên têkildar yên herêma Kurdistanê bo wî diyar kir.

Ji aliyê xwe ve balyozê Îmaratê silavên Serokê vê welatî gehandine Serokê herêmê û stayîşa têkiliyên dostane yên di navbera Îmarat, Kurdistan û Îraqê de kir û tekez li ser pêbendiya Îmaratê bo bihêztir kirina zêdetir ya têkiliyan li gel herêma Kurdistanê kir.

Di heman civînê de Serokê herêma Kurdistanê jî silavên xwe bo Serokê Îmaratê şand û jiber piştîvaniyên berdewam yên Îmaratê ji Kurdistan û Îraqê jî spasiya Îmaratê kir.

Rewş û pêşhatên dawî  yên li deverê bi taybetî rewşa Sûriyeyê û çend babetên din yên cîhê girîngiya hevbeş mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Top