Rojhilat – Bazirganekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin
Malpera Hengaw ragihandiye, roja 2 vê mehê bazirganekî kurd bi navê Sidîq Xalidî li bajarê Melekan li eyaleta Tewrêz ya Îranê ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Kesekî nêzîkî Sidîq Xalidî daye zanîn, Sidîq di nav otomobîla xwe de bûye dema rastî êrişa pasdarên Îranê hatiye. Pasdaran wisa hizir kirine ku di nav otomobîla wî de barên qaçax heye, ji ber wê jî kuştine.
Bi gotina wî xizmê Sidîq, dema pasdaran termê wî dane malbatê, ew tehdîd kirine ku nabe li dadgehê gilî bikin.
Sidîq Xalidî xelkê gundê Erminak yê Mîyandavê bûye lê mala wî li bajarê Mehabadê bûye. Ew bavê du zarokan bû.
Basnews
