• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel balyozê Beljîkayê civiya

Gulan Media December 4, 2024 Nûçe
Serok Barzanî li gel balyozê Beljîkayê civiya

Dibêje aramiya Kurdistanê bo me gelek girînge.

Duh li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Beljîkayê yê li Îraq û Urdinê birêz Serge Diction kir.

Di civînê de balyozê Beljîkayê stayîşa rola Serok Barzanî di nava xebata gelê Kurdistanê û dabîn kirina aramiyê li herêma Kurdistanê û Îraqê de kir û jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê pîrozbayî li Serk Barzanî kir û ragihand ku, beşdariya rêjeyaka zêde ya xelkê di hilbijartinê de pêngaveke bibandore bo bihêz bûna ferimiyet û şeriyetê.

Balyozê Beljîkayê tekez li ser vê yekê kir ku, Beljîka û Yekîtiya Ewrûpayê gelek girîng bi aramiya heyî ya li Kurdistanê de didin.

Her di heman civînê de giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên li deverê, şer û metirsiyên terorê û pêdiviya parastina asayîş û aramiya deverê hate kirin.

 

Top