• Wednesday, 11 February 2026
logo

Erdogan: Nebûna Suleymanî xemgîniyeke mezin e

Gulan Media January 5, 2020 Nûçe
Erdogan: Nebûna Suleymanî xemgîniyeke mezin e
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji ber kuştina Qasim Suleymanî ji aliyê Amerîka ve xemgîn e.

Li gor ragihandina Balyozxaneya Îranê ya li Enqereyê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di derbarê kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê Qasim Suleymanî de bi riya telefonê axivîn.

Diyar kir jî, Erdogan gotiye nebûna Qasim Suleymanî xemgîniyeke mezin e. Herwiha Erdogan gotiye, ew ji ber kuştina Qasim Suleymanî, têdigihe tûrebûna Ruhanî, xelkê Îranê û Ayetullah Xamaneyî.

Balyozxaneya Îranê diyar kiriye jî, Erdogan gotiye, dîmenên rêwsrema birêkirina tarmê Qasim Suleymanî nîşaneya hezkirina xelkê Iraqê ye.

Berbanga roja 3ê Çileya 2020an Fermandarê Feyleqa Qudsê Qasim Suleymanî û hejmarek ji serkirdeyên Heşda Şeibî li nêzîkî Firokxaneya Navdewletî ya Bexdayê ji aliyê firokeyeke bêfirokvan a Amerîka hatibû kuştin.

Îro jî termê Qasim Suleymanî îro bi riya firokeyekê gihîşt bajarê Ehwazê yê Îranê, biryar e jî li bajarê Kirman cihê jidayikbûna wî bi xakê bê spartin.

Top