• Wednesday, 11 February 2026
logo

Trump gefê li 52 armancên Îranê dixwe

Gulan Media January 5, 2020 Nûçe
Trump gefê li 52 armancên Îranê dixwe
Serokê Amerîka Donald Trump gefeke tund û rasterast li Îranê xwar û got, Washingtonê 52 armancên Îranê diyar kirine, heger Tehranê her êrîşekê bike, ew armanc dê werin wêrankirin.

Trump îro twêttek belav kir û got: “Îran bi wêrekî dibêje ewê Amerîkiyan armanc bigire wek tolhildan ji kuştina rêberê terorê yê berî çend rojan Amerîkiyek kuştibû û çendên din jî birîndar kiribûn, ji bilî kesên din ên di dirêjahiya jiyana xwe de kuştine, li vê dawiyê jî bi sedan xwepêşanderên Îranî. Wî bi rastî êrîşî balyozxaneya me dikir û amadekariya lêdanên din jî dikir.”

Trump di twîtteke din de jî diyar kir, welatê wî 52 armancên Îranî diyar kirine û hin wan ji Îranê re gelekî girîng in, ew armanc û Îran bi xwe jî dê bilez û bi tundî bêne lêdan.

Serokê Amerîka di twîtteke din amaje bi wê da, Amerîka ti gefên din naxwaze, û diyar kir, ew 52 armanc nîşana girtina 52 Amerîkiyan ji aliyê Îranê ve ne, piştî ku di sala 1979an de di Balyozxaneya Amerîkî li Tehranê wek barimte hatibûn dorpêçkirin.

Berbanga 3ê vê mehê Fermandarê Feyleq Qudis yê ser Pasewanên Îranê Qasim Suleymanî û çend serkirdeyên din yên Îraqî û Îranî li nêzîkî firokxaneya Bexdayê di êrîşeke Amerîkî de hatin kuştin. Îran jî gefa tolhildanê li Amerîka dixwe.

K24
Top