• Wednesday, 11 February 2026
logo

Pisporê Rojhilata Navîn: Kurd niha dikarin Kerkûkê dîsa kontrol bikin

Gulan Media January 5, 2020 Nûçe
Pisporê Rojhilata Navîn: Kurd niha dikarin Kerkûkê dîsa kontrol bikin
Kuştina Qasim Sulêymanî ji hêla Amerîkayê ve li hemû welatan ji hêlên cûda ve tê nirxandin. Bi taybetî Tirkiye vê geşedanê ji nêz ve dişopîne. Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut jî dibêje eger Kurd nakokiyên hizbî bidin aliyekê wê demê dikarin ji nûve Kerkû bigirin.

Rayedarên Tirkiye banga aramiyê dikin. Li hêla din pisporên Rojhilata Navîn ên Kurd û Tirk mijar ji hêla herdû aliyan ve ji Rûdawê re nirxandin. Li gor pisporên Kurd ew geşedan di berjewendiya Kurdan de ye lê eger berjewendiyên hizbê nekevin navberê. Li gor pisporên Tirk jî dûmahiyên piştî kuştina Sulêymanî ew dê bandorek mezin li hemû herêmê bikin û divê Tirkiye bêhtir tedbîrên xwe bistîne.

Kuştina Qasim Suleymanî weke hemû cîhanê li nava Tirkiye jî mijara sereke ye. Sulêymanî ku weke jiyana xwe bi mirina xwe jî gelek terazî serûbinî kirin ew nav e ku li Tirikye herî zêde tê niqaşkirin. Li gorî şirovekar û pisporên Rojhilata Naverast bi kuştina Qasim Sulêymanî êdî rûpeleke nû vebûye. Pisporê Kurd Faîk Bulut dide zanîn ku şikandina bandora Îranê li ser axa Iraqê yekîtiya navxe ya Kurdan careke din ferz dike.

Derbarê mijarê de Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut wiha axivî: “Qasim Sulêymanî bi taybetî di mijara Kurdan de him kesekî sazkarê lîstan bû him jî lîstik têk dibirin. Girtina Kerkûkê, avakirina hikumeta Iraqê, geşkirina nakokiyên nava kurdan tev bi rola wî dibûn. Îran li hemû perçeyan Kurdan li hemberî hev bikar tîne. Divê niha Kurd vê firsendê baş bi kar bînin û nakokiyên hizbî bidin aliyekî. Wê çaxê dikarin ji nûve Kerkû jî bigirin. Eger Amerîka û Îran bêhtir aloz bibin Amerîka dê baregehên xwe ji Iraqê veguhêze bo Hewlêrê. Wê demê jî egeriya şerê Heşda Şabî û Pêşmerge rû dide.”

Hukumeta Tirikye piştî ku Rûsya û çend welatên din helwesta xwe eşkere kirin bi daxuyaniyekê banga aramî û diyalogê dike. Her çiqasî berjewendiyên Îran û Tirkiye di dema dirêj de ne li hevhatîbin jî, nakokiyên di navbera Amerîka û Tirkiye de dikin ku di vê mijarê de daxuyaniya Tirkiye bi avayekî ne rasetrast parastina berjewendiyên Îranê bike. Pisporên Tirk bang li desthilata xwe dikin da ew hêza xwe ya li Rojhilata Navîn qewîtir bikin.

Koordînatorê Xebatên Iraqê li Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM) Bilgay Duman jî dibêje: “Ez ne bawer im ku ew mijar vegere pêvçûneke mezin. Îxtimal kêm e ku Amerîka Îran rasterast rûbûbirûyê hev bibin. Lê kuştina Qasim Sulêymanî kesekî ji rêzê nîne û kuştina wî hemû tabloya Rojhalata Navîn diguhirîne.Pozisyona Tirikye helbet dê di bin bandora vê mijarê de bimîne. Aramiya Iraqê bo Tirkiye girîntirîn xal e. Tirkiye dikare navbeykariyek sûdwer bike. Tirkiye divê demildest bo aramkirina mijarê kar bike. Tevî ku operasyon ne li gor dilê Tirkiye ye jî rola Tirkiye ya parastina aramiyê dê berdewam bike.”

Li gor nêrîneke pisporan jî ji ber ku piştî Sûriye niha jî hebûna Tirkan ya li Lîbyayê dike ku di demên pêş de navbera Emerîka û Tirkiye bêhtir aloz bibe. Ji ber vê lazime Tirkiye xwe di mijara Qasim Suleymanî de dûr bihêle. Lê nêrîna din jî dibêje; ji ber ku egerî heye Îran tola Qasim Suleymanî li ser axa welatekî sêyem hilîne, divê Tirkiye bêhtir navbeynkar be da ew mijar bêyî ku bibe sedema şer û aloziyeke mezintir bi dawî bê.

Rudaw
Top