• Wednesday, 11 February 2026
logo

Heşda şebî gef li Tirkiye û Erdoganê dixwe

Gulan Media December 3, 2024 Nûçe
Heşda şebî gef li Tirkiye û Erdoganê dixwe

Dibêje Erdogan dixwaze Tirkiye bixe nava şereke wendakirî.

Fermandarê lîwaya Seyid Elşuheda ya heşda şebî Ebû Ela Welayî derbarê şerê Sûriyeyê de hûşdarî dide Tirkiye û Erdogan û dibêje Erdogan nikare di projeya Rojhilata Navîn ya nû de bibe xwedan rol.

Welayî herwiha diyar kiriye ku, lazime Erdoganê ku, abûriya welatê wî herifiye û xelkê Tirkiyeyê bi destê giranî û hejariyê dinale, lazime baş bizanibe ku, bazirganiya li gel Îraqê Tirkiye ji îflas kirinê rizgar kiriye lewre lazime Erdogan baldar be û ji vê yekê fêm bike ku, asayîşa Sûriyeyê asayîşa Îraqê ye û Sûriye nabe careke din bi ti awayî bibe navenda nakokî û aloziyan.

Nav hatî herwiha tekez li ser vê yekê kiriye ku, Îraq bi ti awayî rê nade planên Tirkiyeyê li Sûriyeyê werin cîhbicîhkirin.

 

Top