Komîsyona Helbijartinan agahdariyek belav kir
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinan vekirina proseya tomara biometrîk a dengdêran ragehand û ji bo wê jî hemwelatiyan agahdar dike.
Komîsyona Helbijartinan ragehand, ew dengdêrên ku karta wan a biometrîk tine û herwaha ewên ku karta wan a biometrîk heye, lê pirsgirêka xwandina tiliyan an her pirsgirêkekî din hebûye di rojên dengdên de, em wan agahdar dikin serdana navenda tomara dengdêran a herî nêzîk bikin, bi armanca nûkirina zanyariyên biometrîk ku ji bo wan kartên biometrîk bên çêkirin.
Belgeyên ku pêwîstin ji bo xwe tomarkirinê;
1 – Karta Niştimanî an jî nasname û rêgeznameya Iraqê
2 – Karta Zanyarî
3 – Karta xorak
4 – Karta Elektronîk a dengdêr (eger hebe)
Rudaw
