HPG: 7 serbazên Tirkiyê hatin kuştin
HPG ku baskê çekdarî yê PKKê ye, di daxuyaniya xwe de amaje bi wê dike ku Yekîneyên Jinên Azad (YJA Star) roja 2ê vê mehê demjimêr 14.40 li herêma Heftenînê li nav xaka Başurê Kurdistanê êrişek bo ser binkeyeke serbazên Tirkiyê encam dane.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di wê êrişê de 7 serbazên Tirkiyê hatin kuştin ku artêşa Tirkiyê kuştiyên xwe bi helîkopteran ji navçeya şer rakirine.
Navenda Ragihandina HPGê ragihandiye ku firokeyên şer ên Tirkiyê navçeyên Zap, Avaşîn û Heftenînê bombebaran kirine û hatiye diyarkirin di encama bombebarana li navçeya Avaşîn 2 gerîlayan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî derbar şer û êrişên li hemna navçeyê daxuyaniyek belav kiribû berî niha û kuştina du serbazan hatibû ragihandin.
Rudaw
