• Wednesday, 11 February 2026
logo

Buldan: Kuştina Suleymanî dê şerê cîhanê ya sêyem bi xwe re bîne

Gulan Media January 5, 2020 Nûçe
Buldan: Kuştina Suleymanî dê şerê cîhanê ya sêyem bi xwe re bîne
Hesveroka HDPê radigihîne, li Rojhilata Navîn hevkêşeyeke nû destpê kiriye kuştina Qasim Suleymanî dê şerê cîhanê ya sêyemîn bi xwe re bîne.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan di derbarê kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê Qasim Suleymanî de diyar dike, li Rojhilata Navîn hevkêşeyeke nû destpê kiriye. Ew ber bi pêvajoya şerê cîhanê ya sêyemîn ve diçin û dê Tirkiye jî bikeve nava vî şerî.

Li gor Buldanê, her welat dê ji bo berjewendiyên xwe şer bikin, lê şer ne çareserî ye. Divê Tirkiye xwe ji şer dûr bigire û danûstandin û dîplomasiyê bikar bîne.

Berbanga roja 3ê Çile Fermandarê Feyleq Qudis yê ser Pasewanên Îranê Qasim Suleymanî, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebûmehdî Muhendis û çend kesên din yên Îraqî û Îranî li nêzîkî firokxaneya Bexdayê di êrîşeke Amerîkî de hatin kuştin.

K24
Top