Şaxewan Ebdulah: Min soza xwe bi cih anî
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulah îro di derbarê mafên darayî yên cotkarên Herêma Kurdistnaê yên ku genimên xwe radestî hikûmeta Iraqê kirine û pareyên xwe wernegirtine de ragehand, ku rezamendî ji Serokwezîrên Iraqê wergirtine, ku bi qasî 289 mîlyar dînar bo cotkaran bê şandin.
Şaxewan Ebdulah îro 1.012.2024 ragehand, “Min rezamendiya Serokwezîrên Iraqê wergirt, bi şandina 289 mîlyar dînar wek dema mafê darayî yê cotkarên Herêma Kurdistanê.”
Herwaha amaje bi wê jî da, ku “Ev yek cîbicîkirina wê sozê ye ku me di civîna xwe ya dawî de ligel cotkaran li Bexdayê dabû ku emê hemû pereyên mayî ji Wezareta Bazirganiyê werbigirin."
Basnews
