Amerîka hişyariyeke nû dide Îranê
Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka Robert O'Brien dibêje, her êrîş û bersivdaneke Îranê derbarê kuştina Qasim Suleymanî de, dê biryareke gelekî şaş be.
O'Brien ji rojnamevanan re ragihand, armanckirina Qasim Suleymanî ji ber wê yekê, plan dikir êrîşî serbaz û dîplomatkarên Amerîkî li navçeyê bike.
Tekez kir jî, Suleymanî li pişt êrîşa li ser binkeya Amerîkî lî Kerkûkê ya roja 27ê meha bûrî bû, ku di encamê de kesekî Amerîkî bi girêbest bi kar dikir, hatibû kuştin.
Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka hêvî jî xwast, kuştina Suleymanî bandorê li pêwendiyên wan yên baş bi Iraqê re neke.
Qasim Suleymanî û hejmarek bi berpirên Heşda Şeibî li nêzîkî firkokxaneyan Navdewletî ya Bexdayê di êrîşeke firokeye bêfirokvan a Amerîka de hatibûn kuştin.
K24
