Trump: Serdema terorîzma Sulêymanî bi dawî hat
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de daxuyaniyeke nû belav kir û dupat kir ku Sulêymanî bi fermana wî hatiye kuştin.
Donald Trump herwiha got, “Me Qasim Sulêymanî kuşt ji bo şer rawestînin, ne ku ji bo destpêkirina şerekî nû.”
Serokê Amerîkayê got ku ew ne li pey wê ne ku rejîma Îranê biguherînin û diyar kir ku Qasim Sulêymanî plansaziya êrişan dikir li dijî dîplomatkarên Amerîkî.
Herwiha Serokê Amerîkayê got ku êrişa li ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê jî bi rênimayên Qasim Sulêymanî hatiye encam dan.
Roja Înê, 03.01.2020 Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve, ji aliyê firokeyên bêpîlot ên Amerîkayê ve hatibû armancgirtin û hatibû kuştin.
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Xamineyî jî diyar kiribû ew dê toleke tund hildin û li Îranê bo heyama 3 rojan şîn ragihandibû.
Rudaw
