Parlementerekî AKPê: Kuştina Qasim Sulêymanî derbek mezin li PKKê jî da!
Parlementerê berê yê AKPê, Şamîl Tayyar li ser kuştina fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê, Qasim Sulêymanî ji aliyê Amerîka ve twîtek belav kir.
Şamîl Tayyar di twîta xwe de gotiye, bi kuştina Qasim Sulêymanî tenê ziyan negihîşt Îranê belkû derbek mezin li PKKê jî ket.
Tayyar di şiroveya gotina xwe de gotiye, ji ber ku wî (Sulêymanî) nehîşt pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve û PKK teslîm bibe her wiha dixwast operasiyonên Tirkiyê li dijî Efrîn û deverên din yên Rojavayê Kurdistanê bi ser nekeve. Wî gelekî piştevaniya PKKê kir.
Basnews
