Li Girê Spî xwepêşandan li dijî grûpên çekdar birêve çû
Xwepêşanderan daxwaz kirin, ku bikûjê kesê sivîl Emar Hacî were girtin û dadgehkirin, lê Feyleqa El Mecid ragihand, ku kesên Emar Hacî kuştine, hatine girtin û wê werin cezakirin.
Xelkê Girê Spî li ber şaredariya wî bajarokê Rojava kom bûn, dilgiraniya xwe di derbarê kiryarên gurûpên çekdar de nîşan dan.
Girê Spî piştî êrişa roja 9ê Cotmehê ketibû destê Tirkiyê û grûpên çekdar û heta niha jî rewşa wî bajarî aram nebûye.
Li gorî agahiyên taybet yên Rûdawê, grûpên çekdar, ji bilî dizî û talanê, gelek astengiyan ji xelkê sivîl re derdixin, û hejmareke mezin ji xelkê wî bajarî, li Eyn Îsa koçber in û nikarin vegerin ser malên xwe, bi taybet jî Kurdên wî bajarî.
Di mijdara sala derbasbûyî de, Rewangeha mafên Mirovan, di raportekê de eşkere kiribû, ku gurûpên çekdar li wan navçeyan, binpêkirinên metirsîdar li dijî xelkê sivîl dikin û rê nadin malbatên Kurd vegerin ser malên xwe û mulkê wan jî talan kirine.
Wê rêxistinê ji Tirkiyê xwestibû, ku di derbarê wan binpêkirina de, dest bi lêkolînê bike, û ew binpêkirin jî weke tewanên şer dabû zanîn.
Rudaw
