• Wednesday, 11 February 2026
logo

Wezîrê derve yê Îranê serdana Sûriye û Tirkiyeyê dike

Gulan Media December 1, 2024 Nûçe
Wezîrê derve yê Îranê serdana Sûriye û Tirkiyeyê dike

Behsa pêşhatên vê dawiyê yên li Sûriyeyê dike.

Wezareta derve ya Îranê belav kiriye ku, îro yekşem wezîrê derve yê Îranê Ebas Îraqçî bi mebesta giftûgo kirin derbarê rewş û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê, diçe Dîmeşqê û li gel rayedarên Sûriyeyê dicive.

Wezareta derve ya Îranê tekez li ser vê yekê kiriye ku, piştî Dîmeşqê, Ebas Îraqçî serdana Enqereyê dike û li gel rayedarên Tirkiyeyê jî nîqaş derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê dike.

 

Top