• Wednesday, 11 February 2026
logo

Karwaneke din a Heşda Şeibî hat bombebarankirin

Gulan Media January 4, 2020 Nûçe
Karwaneke din a Heşda Şeibî hat bombebarankirin
Medyaya Iraqê belav kir, karwaneke din a Heşda Şeibî li qezaya Tacî ya ser bi Bexdayê ve hat bombebarankirin.

Tekefizyona Iraqî ragihand, karwaneke otombîlan ku tê de hejmarek ji serkirdeyên Heşda Şeibî tê de bûn li qezaya Tacî hat bombebarankirin.

Ji aliyê xwe ve ajansa “Reuters” belav kir, di encama armanckirina karwana Heşda Şeibî de li bakurê Bexdayê 6 kes hatin kuştin.

Ev yek di demekê de ye, duhî berbangê Fermandarê Feyleq Qudis yê ser Pasewanên Îranê Qasim Suleymanî, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebûmehdî Muhendis û çend kesên din yên Îraqî û Îranî li nêzîkî firokxaneya Bexdayê di êrîşeke Amerîkî de hatin kuştin.

K24
Top