Serok Barzanî pêşwaziya şaredarê Bexdayê kir
Duh 30.11.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şaredarê Bexdayê Endazyar Emar Mûsa Kazim kir.
Di hevdîtinê de behsa plan û bernameyên di derbarê avadankirin û geşkirina jêrxana Bexdaya paytexta Iraqa Federal kirin û Serok Barzanî destxweşî li hewl û pêngavên wan yên ji bo avadankirin û geşkirina Bexdayê kir.
Her di vê hevdîtinê de Şaredarê Bexdayê du tablo wekî diyarî pêşkêşî Serok Barzanî kir ku yek ji wan wêneya serdema zaroktiya Serok Mesûd Barzanî bû.
