• Wednesday, 11 February 2026
logo

Supaya Qudsê navên kuştiyên êrîşa Amerîkayê ragihand

Gulan Media January 4, 2020 Nûçe
Supaya Qudsê navên kuştiyên êrîşa Amerîkayê ragihand
Ji bilî kuştina Qasim Sulêymanî û Ebu Mehdî Muhendis, 8 kesên din jî ji berpirsên Supaya Pasdaran û Heşda Şeibî di êrîşa Amerîkayê de hatine kuştin.

Ofîsa Fermandehiya Supaya Qudsê ya Îranê navên her 8 kesan belav kir ragihandiye, ji wan 4 Îranî û 4 Iraqî ne.

Li gorî Supaya Qudsê, Hisên Ceiferîniya bi pileya Emîd, Şehrûd Mizeferîniya bi pileya Eqîd, Hadî Tarimî bi pileya Raîd û Wehîd Zemaniyan bi pileya Neqîb, ji wan berpirsên Supaya Pasdaranin ku li gel Qasim Sulêymanî hatine kuştin.

Herweha, 4 endamên Heşda Şeibî jî di heman êrîşê de hatine kuştin.

Rudaw
Top