Trump: Lazim bû Qasim Suleymanî zûtir hatiba kuştin
Serokê Amerîka Donald Trump, ku fermana kuştina fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê Qasim Suleymanî dabû, li ser kuştina Suleymanî twîtek belav kir.
Trump di twîta xwe de dibêje, lazim bû Qasim Suleymanî zûtir hatiba kuştin ji ber ku ew berpirsê kuştina gelek welatiyên Amerîkî û mirovên din bû.
Bi gotina Trump, rêjîma Îranê wisa nîşan dide ku xelkê Îranê ji ber kuştina Suleymanî xemgîn in lê wisa nîne ji ber ku xelkê Îranê jê ditirsiyan û jê aciz bûn.
Basnews
