• Wednesday, 11 February 2026
logo

Xaminêyî: Emê toleke dijwar hildin

Gulan Media January 3, 2020 Nûçe
Xaminêyî: Emê toleke dijwar hildin
Rêberê Îranê Elî Xaminêyî li ser kuştina Qasim Sulêymanî daxuyaniyek belav kir û dibêje: “Em dê tolhildaneke mezin bikin.”

Rêberê Îranê Elî Xaminêyî di daxuyaniya xwe ya têkildarî kuştina Qasim Sulêymanî de ragihandiye: “Bi çûna wî karên wî û rêya wî ranaweste, lê tolhildaneke tund li benda wan tawanbaran e ku destê wan bi xwîna wî û şehîdên din ên şeva bihorî pîs bûye.”

Xaminêyî herwiha ji ber kuştina General Sulêymanî, 3 roj şîna giştî li seranserê Îranê ragihand.

Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis sibehiya îro Înê 3 Çileya 2020 li Bexdayê hatin kuştin.

Pentagonê di daxuyaniyekê de têkildarî kuştina Qasim Sulêymanî da xuyakirin, General Sulêymanî li ser fermana Donald Trump hat kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê jî derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de daxuyaniyeke kurt daye û ragihandiye: “Generalê serbilindê îslamê hecî Qasim Sulêymanî piştî temeneke dûr û dirêj ji cîhadê, îro sibehê di êrîşeke helîkopterên Amerîkayê de şehîd bû.”

Rudaw
Top