Heşda Şeibî kuştina Qasim Suleymanî û Ebumehdî Muhendis piştrast dike
Kenala CNN a Emerîkî jî di nûçeyeke bi lez de ji zarê çavkanîyekê ewlekarîya Îraqê ev nûçe piştrast kir.
Li gor çavkanîyên nûçeyan, dû otombêlên ser bi Heşda Şeibî li firokexane ya Bexdayê hatin mûşekbaran kirin. Dûv re çevakanîyên ewlekarîya Îraqê ragehandin ku Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis di nav wê otombêlê de bû û hatîne kuştin.
Berê jî Heşda Şeibî ragehandibû, 5 endam û dû mihvan bi sedema burdûmana wê otombêla wan di nav firokexane ya nêvdewletîya Bexdayê de hatîne kuştin.
Çavkanîyên Heşda Şeibî, dibêjin: Heşda Şeibî li firokexane ya Bexda Pêşwazî li mihvanekê giring dikirin û hemû bi dû mûşekan bûyîne armanc û hatîne kuştin.
Zanyarî dibêjin, ew firoke demjimêr 11:00 şeva burî li firokexane Bexda nîştîye û ji Dîmeşqa Paytexta Sûriyê hatîye û berî wî jê, firokeyeke dî ji Beyroata paytexta Lubnanê hatibû li firokexane nîştibû.
Li gor hinek çavkanîyên nûçeyan di nav Îraqê de, dengoya wê yekê belav bûye ku her yek ji Hadî Elamirî û Qasim Elxezelî ji alîyê hêzên Marînza Emerîkayê ve li Bexda hatîne girtin, lê heya niha ev nûçe bi fermî nehatîye piştrastkirin.
K24
