• Wednesday, 11 February 2026
logo

Misirê biryara Parlemantoya Tirkiyê şermezar kir

Gulan Media January 3, 2020 Nûçe
Misirê biryara Parlemantoya Tirkiyê şermezar kir
Wezareta Derve ya Misirê îro bi daxuyanîyeke nivîskî biryara Parlemantoya Tirkîyê ya pesendkirina şandina leşkerên Tirkiyê bo Lîbyayê şermezar kir.

Di daxuyaniyeka nivîskî da Wezareta Derve ya Misirê ragihand: “Şandina leşkerên Tirk dikane bandoreke neyênî li aramîya herêma Deryasipî bike.”

Wezareta Derve ya Misirê bang li civata navneteweyî kir ku demûdest bersîvdana wê biryara Tirkîyê bide.

Parlamana Tirkîye îro bi 325 beramber 184 dengan, daxwaza Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pejirandibû û rê li ber hikûmeta wî vekiribû ku hêzên leşkerî bişîne Lîbyayê.

Hikûmeta Terablûsê Fayiz Serrac beriya bi denekê serdana Tirkiyê kiribû û ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan civiyabû.

Şer di navbera hikûmeta Trablûsê û hêza Xelîfe Hafter da heye. Tirkiye û Neteweyên Yekgirtî piştevaniya hikûmeta Terablûsê dikin. Herwiha welatên Kendava Erebî, Îsraîl, Yûnanîstan jî piştevaniya Xelîfe Hafter dikin.

Basnews
Top