• Wednesday, 11 February 2026
logo

Zerîf li ser kuştina Suleymanî peyameka tund belav kir

Gulan Media January 3, 2020 Nûçe
Zerîf li ser kuştina Suleymanî peyameka tund belav kir
Mehemed Cewad Zerîf, wezîrê derve yê Îranê kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê Feyleqa Qudisa Supaya Pasdarên Îranê bi werareka gelek metirsîdar a terora nêvdewletî nav dike.

Zerîf di tiwîtekê de, nivîsîye, ev tîrora nêvdewletî ku Emerîkayê encam dayem û ceneral Qasim Suleymanî kuştîye ku hêzeke bi bandor û şerker bûye dijî Daişê, bereya Nusre, Qayde û rêkxistîyên din werareka gelek metirsîdar û gêjaneye.

Wezîrê derve ya Îranê dibêje: Emerîka berpirsyare ji encamên evî karî û derencamên wê dikeve stûyê wê de.

Di beranber de wezareta Bervanîy Emerîkayê ragehand: Qasim Suleymanî fermandarê Feyleqa Qudis a Supayê Pasdaên Îranê, bi fermana Donald Tiramp, serokê Emerîkayê hat kuştin bo berevanîkirin û paraztina fermanber û karmendên Emerîka li derve ya welat.

Pêntagon dibêje: Qasim Sûleymanî fermana hêrişkirinê bo ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexda derkiribû û pilana hêrişkirinê bo ser dîplomatkar û serbazên Emerîkayî hebûye û kotştina wî jî bo rêgirtinê bûye jo pilanên Îranê.

Wezareta berevanî ya Emerîka, Suleymanî bi berpirs dibîne ji kuştina sedan endamên hêzên Emerîka û hevpeyamanan li deverê.

Hevdem li gel belavbûna nûçeya kuştina Qasim Suleymanî û Ebdû Mehdî Muhendîs, Donald Tiramp di tiwîtera xwe de, bê ti komênt û wêne alayeka Emerîkayê belav kirîye.

K24
Top