Yûnanistan, Îsraîl û Qibrisê li ser projeya "EastMed" li hev kirin
Xeta boriyên projeya EastMedê ku bi dirêjahîya 1900 km (1300 mîl) gaza siroştê ji herêma Deryaspî dê veguhêzên Ewrupa ku gelek hewcedarîya welatên Yekîtîya Ewrupa bi hêza enerjîyê heye, ku niha pêdivîyên xwe zêdetir ji Rûsya û herêma Qafqasîya bi giranî distîne.
Weke hatî plan kirin, xeta bûrîyên veguhastina gazê û enerjîyê dê gaza jêr erd ya li hewza derîya naverast ji rojhilatê Lubnanê heyî bo Qibris û grava Kirêt bi rêya deryayê bigîhînin Yûnanistanê û şûn de bi xeteka din ya bejahî bigîhînin rojavayê Yûnanistanê, paşê dê bi xeteka din ya jêr deryayî va bihête girêdan heta digihe Îtalyayê.
Tê texmîn kirin ku projeya bi buhayê 6 mîlyar dolaran dê nêzî 10% pêdvîyên welatên Yekîtîya Ewrupa ji gaza sirûştî bicî bîne.
Lê proje dîsan ji astengîyên sîyasî û logistîkî bê par nîne, jiber ku yedeka samanên jêr deryayî li hewza derya naverast beşa jêrîn cîyê nakokî û duberîyane di nava Yunan û Qibris ji alîyekî û Tirkîyê ji alîyek din de.
Basnews
