• Wednesday, 11 February 2026
logo

Pêntagon sedema kuştina Qasim Suleymanî ragehand

Gulan Media January 3, 2020 Nûçe
Pêntagon sedema kuştina Qasim Suleymanî ragehand
Wezareta Bervanîy Emerîkayê ragehand: Qasim Suleymanî fermandarê Feyleqa Qudis a Supayê Pasdaên Îranê, bi fermana Donald Tiramp, serokê Emerîkayê hat kuştin bo berevanîkirin û paraztina fermanber û karmendên Emerîka li derve ya welat.

Pêntagon dibêje: Qasim Sûleymanî fermana hêrişkirinê bo ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexda derkiribû û pilana hêrişkirinê bo ser dîplomatkar û serbazên Emerîkayî hebûye û kotştina wî jî bo rêgirtinê bûye jo pilanên Îranê.

Wezareta berevanî ya Emerîka, Suleymanî bi berpirs dibîne ji kuştina sedan endamên hêzên Emerîka û hevpeyamanan li deverê.

Hevdem li gel belavbûna nûçeya kuştina Qasim Suleymanî û Ebdû Mehdî Muhendîs, Donald Tiramp di tiwîtera xwe de, bê ti komênt û wêne alayeka Emerîkayê belav kirîye.

Basnews
Top