Hêmin Hewramî: Eger qonaxên yasayî di dema xwe de bicîh bên, di dawiya meha yek de kabîneya dehem dê pêkbê
Endamê Polîtburoya PDKê Hêmin Hewramî amaje bi wê yekê kir ku li gel yekem rûniştina dema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê eger qonaxên yasayî wekî xwe birêve biçin, di dawiya meha yek an jî destpêka meha duyem dê kabîneya dehem a hikûmetê pêkbê.
Îro 27.11.2024ê endamê polîtburoya PDKê Hêmin Hewramî ragehand: ‘’PDK li ser bingehên mafên helbijartinê deriyê wê vekiriye û bê ku ti aliyekî veto bike dê serdana hemû aliyên siyasî bike. qonaxeke nû ye, xelkê Kurdistanê beşdariyekî çalak kiriye ji bo ku di demekî kurt de kabîneya dehem ava bibe û ew erkên li ser milê me bi berdewamî ji bo pêşxistina reformekî seranserî baştirkirina debara jiyana xelkê û berdewamkirina bi îdareya ew dosyayên li gel Bexdayê hene û li gel wan dirûşmên di helbijartinê de hebûn PDK dê hewl bide wan cîhbicîh bike. Ji bo wê jî daxwaza me li hemû aliyên siyasî yên birêz heye, em hemû li asta wê berpirsyartiyê de bin ku xelkê Kurdistanê beşdariyekî berfireh di helbijartinê de kir û ew berpirsyartî xist ser milê hemû partiyan, çi ewên opozîsyon bin, çi ewên nav kabîneyê de bimînin. Ji ber herî dawiyê em hemû jî beşekin ji vê rewşa siyasî ya ku xelkê Kurdistanê beşdarî kirî, ji bo wê ji îro û pê de PDK dest bi serdanan dike.’’
Hewramî got: siyaset rastbînî ye, helbijartin hatiye kirin û roniye ku xelkê çawa deng daye, em pêbendî yasayê dibin ku roja 2yê meha bê dema rûniştina Parlamentoyê ya dema şeşem e, ku ew berbijêrên serkeftî dê sonda yasayî bixwin. Hêvîdarin bikarin heta wê demê bigehin rêkeftinê û bi yek paket hem serokatiya parlamentoyê bê helbijartin, ji bo ku pêngavên piştî wê yên helbijartina serokê herêmê û piştra jî serokê herêmê kesê berbijêr erkdar bike ji bo pêkanîna kabîneya dehem ku Mesrûr Barzanî ye ku heta 30 rojan kabîneya xwe ava bike, eger ew bi qonaxên yasayî yên xwe de birêve biçin, herî kêm heta dawiya meha yek an jî destpêka meha du dê kabîneya dehem a hikûmetê pêkbê. Hêvîdarim ezmûna borî dubare nebe, ku çend mehan berdewam kir, ji ber rewşa rojhilat û Iraqê û amadekariyên Iraqê ji bo helbijartinê, kartên fişar û givaşê dibin li ser Kurdistanê. Peyama me biratiye û li hevtêgeheştine li gel hemû aliyan.
Basnews
