Emerîka hoşdarîyê dide Hizbûllah a Îraqî
Mark Êsper, wezîrê berevanî ya Emerîkayê ragehand, Em çaverê dikîn mîlîşîyayên ser bi Îranê hêrişên zêdetir encam bidin.
Wezîrê derve yê Emerîkayê hoşdarîyê dide û dibêje: Mîlîşîyayên ser bi Îranê çend mehên amadekarîyê bo hêrişê dikin û poşman dibin heke careke din hêriş bikin ser berjwendîyên me.
Mark Êsper, derbarê hêrişên Mîlîşîyayên Hizbûllaha Îraqê bo ser balyozxane ya welatê wî li Bexdayê, amaje bi wê yekê dike, ku Îran hêrişan birêve dibe û piştîvanîyê dike.
K24
