• Wednesday, 11 February 2026
logo

Qeterê helwêsta xwe derbarê hêrişa ser balyozxane ya Emerîka ragehand

Gulan Media January 2, 2020 Nûçe
Qeterê helwêsta xwe derbarê hêrişa ser balyozxane ya Emerîka ragehand
Wezareta derve ya Qeterê derbarê hêrişa ser balyozxane ya Emerîkayê li Bexdayê ji alîyê alîgirên Heşda Şeibî ve, helwêsta xwe ragehand û dûpat kir, ev reftar nahêt qebûlkirin.

Di vî warî de, wezareta derve ya Qeterê tekz kirîye, bi tundî evan reftaran şermezar dikîn û hewlên hêrişkirine ser balyozxane ya Emerîkayê karekê napesinde û vajî ya rêkkevtinên nêvdewletîye.

Her di wê beyanname ya wezareta derve ya Qeterê de daxwaz ji tevaya alîyên Îraqê hatîye kirin, ku xwe ragirin heya ev qonaxa hestyar derbaz dibe, ew ku niha balên xwe bi ser Îraqê re kişandîye. Herweha piştîvanîya xwe bo Îraq û gelê wê ji bona akincî û pêşveçûnê nîşan daye.
Top