• Wednesday, 11 February 2026
logo

Pompeo: Parastina nûnertiyên welatan erkê Hikûmeta Iraqê ye

Gulan Media January 2, 2020 Nûçe
Pompeo: Parastina nûnertiyên welatan erkê Hikûmeta Iraqê ye
Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, Mike Pompeo di pêwendiyeke telefonî bi Adil Ebdilmehdî re pirsa êrîşa ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê guftûgo kir.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus ragihand, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di pêwendiya telefonî bi Serokwezîrê Iraqê yê Karbirêker re, bi tundî êrîşa li ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê şermezar kir û got ku Hikûmeta Iraqê di ber parastina balyozxane û nûnertiyên welatan de berpirs e.

Da zanîn jî, Pompeo amaje bi rêkarên ku Hikûmeta Iraqê girtine ber kir û daxwaz ji Adil Ebdilmehdî kir, pabendî parastina nûnertiya dîplomasî ya Amerîka be.

Roja 31 Berçileya 2019an, alîgirên Heşda Şeibî û Hizbulaha Iraqî li pêş Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê li Navçeya Kesek kom bûn û hewl dan bi ser balyozxaneyê de bigirin.

Sedema wê yekê jî ew bû, roja 29ê Berçileya bûrî firokeyên Amerîka binkeyên Hizbulaha Iraqî li navçeyên sînorî yên Iraq û Sûriyê bombebaran kiribûn û di encamê de 28 çekdar hatibûn kuştin û 48 çekdarên din jî birîndar bûbûn.

K24
Top