• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Parlamentoya Iraqê kar bo derxistina hêzên Amerîkayê tê kirin

Gulan Media January 2, 2020 Nûçe
Li Parlamentoya Iraqê kar bo derxistina hêzên Amerîkayê tê kirin
Parlamenterekî Hevpeymaniya Fetih a Hadî Amrî serokatiya wê dike aşkera kir, li nav encûmena nûnerên Iraqê îmza bo derxistina hêzên Amerîkayê li Iraqê kom dikin.

Endamê encûmena nûnerên Iraqê yê ser bi Hevpeymaniya Fetih Seidî Xizelî ragehand: ‘’Sala 2020ê de dirûşim û navnîşana wê dê bibe ‘’Nexêr bo hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê.’’

Herwaha got: ‘’Me îmza kom kirine bo yasayekî taybet a derxistina hêzên Amerîka bikeve nav bernameya karê rûniştina parlamentoyê û emê bi hemû hêzekî ve kar bo derbas kirina wê yasayê bikin.’’

Herwaha diyar kir, serweriya niştimanî li ser her tiştî ve ye û em li pêş du rêyanin, yan divê dewlet xwedî serwerî be û ser bi ti aliyekî nebe. Yan jî divê welat bixin bin kontrola hegemonya balyozxaneya Amerîkayê, ku bê guman em rê nadin tişta duyem pêkbê.

Basnews
Top