• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Hewlêrê kesekî ji ber şewbeya H1N1 canê xwe ji dest da

Gulan Media January 2, 2020 Nûçe
Li Hewlêrê kesekî ji ber şewbeya H1N1 canê xwe ji dest da
Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kesekî din bi sedema nexweşiya şewbeyê (înfluenza) ku nîşaneyên şewbeya H1N1 pê re hebûne, canê xwe ji dest da. Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê jî dibêje, heta niha bi fermî nehatiye piştrastkirin ku ew kes ji ber vê nexweşiyê miribe, lê nîşan û pêşbîniyên bijîşkan ber bi vê arasteyê ve ne, ku sedema mirina wî kesî înfluenzaya H1N1 be.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê, Dr. Dilovan Mihemed Fatih di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha bi temamî sedema mirina wî kesî nehatiye destnîşankirin, çimku pişkinîn bo Bexdayê tên şandin û heta niha bersiva pişkinînê ji Bexdayê ve nehatiye.”

Dilovam Mihemed Fatih herwiha diyar kir: “Kesê nexweş pêştir nexweşiya boriya bêhnê (nefes) hebûye û temenê wî 62 sal bûye û di bin çavdêriyeke tund a bijîşkan de li nexweşxaneyê hatibû razandin. Tevî hemû hewldanên bijîşkan ji bo rigzarkirinê, lê mixabin wî kesî canê xwe ji dest da, çimku gelek bi dijwarî nexweş ketibû.”

Bi gotina Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê, “hemû nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê, hem yên dewletî û hem yên taybet hatine raspardin, daku cihê taybet ji wê nexweşiyê re amade bikin û wan nexweşan ji nexweşên din cuda bikin.”

Heftiya bihorî jî hatibû ragihandin, ku li Hewlêrê 3 kesan ji ber nexweşiya şewbe anko înfluenzaya H1N1 canê xwe ji dest dane, lê belê xelkê Herêma Kurdistanê nebûn.

Wezareta Tendirsutiya Herêma Kurdistanê derbarê mirina wan kesan de gotibû, 2 kes Iraqî û xelkê Mûsil û Şergatê bûn û kesê din jî xelkê Rojavayê Kurdistanê bûye.

Rudaw
Top