Zêdetir ji 60 hezar geştyar bo sersalê hatine Hewlêrê
Nebez Îsmaîl, Qaymeqamê qezaya navendî ya Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand, “Bi boneya sersalê, zêdetir ji 60 hezar geştyar bo ahengên serê salê hatine Hewlêrê. Piraniya wan geştyaran ji Bexda û bajarên din ên Iraqê hatine û beşeke kêm jî ji welatên cîran hatine.”
Salene di dema sersalê de hejmareke zêde ya geştyaran berê xwe didin Herêma Kurdistanê ku piraniya wan xelkê başur û naverasta Iraqê ne.
Piraniya şeqamên sereke û cihên giştî li Hewlêrê ji salên berê bixemiltir in û nûbûna salê pê ve zêdetir diyar e. Qeymaqamiya qezaya Hewlêrê radigihîne di warê emnî û hêsankirina hatinûçûnê de di rojên serê salê de, hemû amadekarî hatine kirin.
Sala 2018an, bi giştî 3 milyon û 50 hezar geştyar hatin Herêma Kurdistanê. Li gor bernameya hatiye danîn bo geştûguzariyê jî armanc ew e heta dawiya salê, hejamra geştyaran bigihije 3 milyon û 500 hezar geştyaran.
Li bajarên Herêma Kurdistanê, zêdetir ji 625 hotêl, 360 motêl, 80 gundên geştyariyê, hezar û 850 xwaringeh, qehwexane û zêdetir ji 70 hezar cihên bo razanê hene.
Rudaw
