Komkara Erebî piştî plana Tirkiyê biryarek li ser Lîbyayê da
Piştî ku Tirkiyê biryar da ku serbazên xwe bişîne Lîbyayê, Komkara Erebî li ser daxwaza Lîbyayê, civîneke awarte derbarê rewşa Lîbyayê de saz kir.
Piştî civînê daxuyaniyek hat belavkirin û tê de tekezî li ser, “berevanîkirina yekgirtina xaka Lîbyayê, redkirina destwerdaneke derve li nav karûbarên wî welatî” hat kirin.
Herwiha hat gotin ku Komkara Erebî biryar wergirtiye bo ku çareseriyeke siyasî bo krîza Lîbyayê bê dîtin û herwiha daxwaz ji welatên derdorê û civaka navdewletî hatiye kirin bo dîtina wê çareseriya siyasî.
Ev di demekê de ye ku ev çendîn car e Serokomar û berpirsên din ên Tirkiyê ameje bi wê kirine ku ew amade ne serbazan bişînin Lîbyayê û di vê çarçovê de plansaziyek hatiye kirin ku dê li parlamentoya Tirkiyê dengdan li ser pêk were.
Rudaw
