Tirkiyê saleke pir şer û aloz li pişt xwe hîşt
Tirkiye xatirê xwe ji salek tibabek şer û alozî dixwaze. Li Tirkiyê di sala 2019an de wekî salên berê gelek bûyerên germ û girîng hebûn. Di destpêka salê de Rêberê PKKê Abdullah Ocalan careke din di rojeva Tirkiyê de cihê xwe girtibû. Ji bo rakirina tecrîda li ser wî di pêşengtiya Parlementera HDPyê Leyla Gûvenê de girevên birçîbûnê dihate kirin û tam di wê demê de hikûmeta Tirkiyê piştî 2 salan rê da hevdîtina Ocalan û malbata wî.
Pirsa Sûriyê jî di vê salê de nehatibû çareserkirin û Tirkiye, Rûsya û Îran li Soçiyê çareseriyek bi dilê xwe digeriyan. Lê encam hê wekî xwe ye.
Di dawiya meha Adarê de Tirkiye hilbijartineke din pişt xwe hişt. AK-Partî gelek bajarên girîng ên wekî Stenbol û Enqerê ji dest dan. HDPê jî 37 şaredarî kêm kirin. Serketiyê hilbijartinê tenê CHP bû.
Bi berfirehbûna girevên birçîbûnê hikûmeta Tirkiyê neçar ma gavekê biavêje û piştî 8 salan rê li ber hevdîtina Ocalan û parêzerên wî vekir. Ocalan ji rêveberiya xweser a rojavayê Kurdistanê dixwest ku hestyariyên Tirkiyê paşguh neyên xistin.
Ocalanî di hevdîtina xwe ya duyemîn de jî diyar dikir ko çalakiyên greva birçîbûnê gihiştine armanca xwe û xwest grev dawî werin. Hezaran kes guh dan Ocalanî û dest ji çalakiyên xwe berdan. Lê hikûmeta Tirkiyeyê dê piştî 7ê Tebaxê dîsa hevdîtinên Ocalanî asteng bikira.
Di sala 2019an de şerê li dijî PKKê jî bi dijwarî berdewam dikir û Arteşa Tirkiyeyê li Xakûrkê dest bi operasyoneke berfireh kir. Operasyon heta niha jî berdewam e.
Di dema ku 3 roj ji hilbijartina dubare ya Stenbolê re mabûn, Rêberê PKKê ji nişkave banga bêalîbûnê li HDPyê kir. Lê HDPyê guh neda Ocalanî.
Bi vê helwesta HDPê AK-Partî li Stenbolê careke din şikestin xwar û piştî 25 salan şaredariya Stenbolê ket destê CHPê.
Di vê salê de gelek tişt ne bi dilê AK-Partiyê bûn. Lewra gelek pêşengên AK-Partiyê yên wekî Cigîrê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Alî Babacan, di vê salê de dest ji partiya xwe berdan.
Hikûmeta Tirkiyê îsal jî li ser pirsa S-400 ji gotina xwe nehat xwar û digel hemû gefên Amerîkayê mûşek wergirtin. Amerîka niha xwe amade dike, cezayên tund bi ser Tirkiyê bisepîne.
Zextên dijî HDPê jî mijara herî germ a salê bû. Hikûmeta Tirkiyê di 19ê Tebaxê de dest danî ser şaredariyên Diyarbekirê, Mêrdîn û Wanê û ji wê rojê heta niha 32 şaredariyên HDPê ji aliyê qeyûman ve tê bi rê ve birin.
Di 3ê Îlonê de hejmarek dayikên ko zarokên wan beşdarê PKKê bûne an jî di destê PKKê de dîl in, li ber deriyê HDPê ya şaxa Diyarbekirê rûniştin û daxwaza zarokên xwe kirin.
Dema dibû payîz pelên dara AK-Partiyê jî diweşiyan. Serokê berê ya wê partiyê û Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dest ji partiya xwe berda û amajeya bizaveke nû ya siyasî kir.
Di nehê Cotmehê de Enqere careke din şer li dijî Rojavayê Kurdistanê ragihand û Serê Kanî û Girê Sipî bombebaran kirin. Tirkiye bi zanatî rojek wisa hilbijartibû. Lewra 21 sal berê di rojek wisa de Ocalan ji Sûriyê derketibû.
Operasyona Tirkiyê di raya giştî ya cîhanê de bû sedema nerazîbûneke berfireh û Cigîrê Serokê Amerîkayê Mike Pence neçar ma serdana Enqere bike. Bi vê serdanê operasyon jî rawestiya, lê Serê Kanî û Girê Sipî hate dagirkirin.
Tirkiye piştî Sûriyê berê xwe da Lîbyayê û bi wî welatî re rêkeftina hevkariya leşkerî îmze kir. Niha jî xwe amade dike leşkeran bişîne Lîbyayê.
Di dawiya salê de partiyeke nû li siyaseta Tirkiyê zêde bû û Ahmet Davutoglu partiya xwe ya bi nave Gelecek ango Paşaroj ragihand.
Sala 2019an li Tirkiyê bi vî awayî germûgur derbas bû û ji van bûyer û pêşhatan pêşbinî tê kirin, sala bê dê aloztir be.
K24
