• Wednesday, 11 February 2026
logo

Di 2019an de 100 kolberên Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin

Gulan Media January 1, 2020 Nûçe
Di 2019an de 100 kolberên Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin
Di sala 2019an de fişara li ser kolberên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bû û rêjeya qurbaniyan jî bilind bû. Li gor amaran di sala 2019an de 100 koberan canê xwe jidest dane.

Hemû werzên 2019an de ji kolberên Rojhilatê Kurdistanê wek hev bûn, Havînê gule û heldêr û Zivistanê jî berf, serma û guleyên hêzên ewlekariyê ne. Ji bilî wê jî çêroka her du kolberên ciwan Ferhad û Azad Xesrewî ku di meha dawiyê ya 2019an de ji sermê canê xwe jidest dabûn, tevahiya xelkê Rojhilatê Kurdistanê xembar kir.

Li gor dawî amaran, nêzîkî 100 kolberan di sala 2019an de li ser sînor bi guleyên hêzên ewlekariyê yên Îranê hatine kuştin û bi sedan jî birîndar û kêmendam bûn.

Li gor amarên ne fermî nêzîkî 100 hezar kolber li parêzgehên Ormiye, Sine û Kirmanşanê hene û barekî giran li kolên xwe hildigirin, ji bo pêwîstiyên jiyana xwe dabîn bikin.

Her çend e komara Îranê karê kolberiyê wek qaçaxiyê binav dike, lê di nava hikûmet û desthilata Îranê de hene jî, dibêjin nabe karê kolberiyê wek qaçaxiyê bê hesabkirin.

Hejarî û nebûna derfeta kar, hîştiye xelkê Kurdistanê ji bilî kolberiyê ti karekî din nebînin, ji ber ku derfeta kar li Rojhilatê Kurdistanê nîn e. Kolberên Rojhilatê Kurdistanê rojane wesiyetnameyên xwe dinivîsin, ji ber ku dizanin, dê şevekê ji şevan venegerin malên xwe.

Di sala 2020an de jî heman çêroka firotana jiyanê ji bo peydakirina nanê sibe bi kolberên Rojhilatê Kurdistanê re berdewam dibe.

Rudaw
Top