Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta sala nû ya zayînî peyameka pîrozbahiyê belav kir
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta sala nû ya zayînî peyameka pîrozbahiyê belav kir. Naveroka peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:
“Ez bi helkefta sala nû ya zayînî, pîrozbahiyeka germ li hevniştimaniyên Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim û hêvîdar im sala nû saleka tijî xoşî û aşitî be her wiha sala nemana êş û aloziyan be li Rojhilata Navîn.
Ez hêvîdar im di sala nû de hikûmeta Herêma Kurdistanê bi alîkariya hemû aliyên Kurdistanî û xelkê Herêma Kurdistanê bikaribe karnameya xwe bi baştirîn şêwe bicîh bîne û aborî geş bibe da ku xizmeteka baştir bo welatiyên Herêma Kurdistanê were kirin. Bê guman ev jî girêdayî aramiya rewşa Iraqê û bicîhbûna aşitî û aramiyê ye li Rojhilata Navîn.
Ez hêvîdar im bi piştevaniya Xwedayê mezin û xelkê niştimanperwer û dilsoz, Kurdistan ji her tiştekî xirab û dilnexwaz dûr û parastî be.”
Basnews
