• Wednesday, 11 February 2026
logo

Wezîrê Navxwe li Balefirgeha Navnetewî ya Hewlêrê pêşwazî li Ahmed Davutoglu kir

Gulan Media November 22, 2024 Nûçe
Wezîrê Navxwe li Balefirgeha Navnetewî ya Hewlêrê pêşwazî li Ahmed Davutoglu kir

Bi armanca beşdarîkirina li pêncemîn forma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn MEPS2024ê ya li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li bajarê Duhokê Ahmed Davutoglu geheşt Hewlêrê û biryare sibe derbasî Duhokê bibe.

Îro 21.11.2024ê parêzgarê Hewlêrê ragehand: ‘’Wezîrê Navxwe Rêber Ehme û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û li gel Konsulê giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Erman Topçu li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê pêşwazî li siyasetmedar û Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu û şandeya li gel kirine, ku pêkhatibû ji hejmarek parlamenterên Tirkiyê.’’

Herwaha hat ragehandin, hatina Ahmed Davudoglu û şandeya li gel bi armanca beşdarbûna li pêncemîn forma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn MEPS2024ê ya li zanîngeha Amerîkî – Kurdistan a li bajarê Duhokê ye.

 

 

Basnews

Top