• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mosko hêrişa Emerîkayê nahêt qebulkirin

Gulan Media December 31, 2019 Nûçe
Mosko hêrişa Emerîkayê nahêt qebulkirin
Wezareta derve ya Rûsiyê di beyannameykê de ragehand, hêrişa Emerîkayê bo ser çend baregehên Heşda Şeibî li rojava ya Îraqê û rojahelata Sûriyê nahêt qebû kirin.

Evro, Dûşembîyê 30/12/2019 wezareta derve ya Rûsiyê di beyannameyekê de, nîgeranî ya xwe ya tund derbirî derbarê wê hêrişa artêşa Emerîkayê ku duhî êvarî kirîye ser baregeha Ketîbe yên Hizbûllah a Îraqî li rojava ya Îraqê û rojhelata Sûriyê.

Wezareta derveya Rûsiyê ragehandîye jî, ew hêriş binpîkirina serwerîya herdû welatane û gefe li ser asayîşa herdû welatan.

Zelal jî kirîye, Mosko evan kiryaran bi qebûl nekirî û zîyandar dide zanîn û daxwaz ji hemû alîyan jî dike xwe dûr bikin ji her pêngavekê ku bibe sedema zêdetir alozbûna rewşa sîyasî û serbazî li Îraqê, Sûriya û welatên din yên deverê.

Her di vê çarçoveyê de, evro Dîmîtrî Bîskov, gotebêjî fermî yê Kiremlîn ragehand: Emerîkayê Rûsiya ji wê hêrişa kirîye ser Ketîbeyên Hizbûllahê li Îraq û Sûriyê haydar nekirbû.

Gotebêjê Kiremlînê, got jî, Mosko bi erêyane li ger pêngavekê dinere ku armanc jê berengarbûna terorê be. Li beramber jî, herê pêngavekê bi nerênî dibîne heke bibe sedema têkdana aramî û akincîyê.

Dûhî êvarî firokeyên cengî yên Emerîkayê baregehên Ketîbe Hizbûllah a Îraqê di nav Îraq û Sûriyê de kirin armanc. 3 baregeh di nav axa Îraqê de li rojavaya parêzgeha Enbarê û 2 jî di nav Sûriyê de.

Li gor amarên dawîyê jî, ku Hizbûllah a Îraqê belav kirîye, ji encama wê hêrişê 25 çekdarên Heşda Şeibî û mîlîşya hatîne kuştin û 50 jî birîndar bûne.

Top