Konsulê giştî yê Rûsiya li Hewlêrê: Peywendîyên Mosko û Hewlêrê dê berfirhe bikîn
Konsulê giştî yê Rûsiya li Herêma Kurdistanê bi Kurdistan24 re ragehand, Herêma Kurdistanê qonaxa dijwar burand ku ji encama birrîna mûçe, hatina awareyan û şerê Daişê durist bibû.
Got jî: Dilxoşîn bi helbijartina Nêçîrvan Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê û pêkhînana kabîne ya nû ji alîyê Mesrûr Barzanî ve. Bi nerîna me serkirdatîya Herêma Kurdistanê dîtineka zelal hye bo cîbicîkirina çaksazîuyan û hêvîya serkevtinê bo wê dixwazîn.
Herweha got: li ser van hemûyan jî, Konsulxane ya giştî ya Rûsiya li Hewlêrê rasterast û kevwarane piştîvanî ya gelê Kurd dike di çend bwarên cuda de. Hemû hewlekê didîn Herêma Kurdistanê wek ciheke aram û akincî li bimîne Rojhelata Navîn.
Herweha konsulê giştî yê Rûsiya li Hewlêrê got: Rûsiya berdewam dibe li ser karkirinê bo asayîkirina rewşa sîyasî û serbazî li rojehelata navîn, daku ew herêm akincî û aramî zêdetir têde biçespe.
Got jî: Bi nerîna me hemû pêkhate bi hemû cudahîyên neteweyî ve û li ser hemûyan jî, li Kurdistanê mafê wê yekê heye bi aştîyane bijîn.
K24
