Plana Îranê bo Rojhilatê Firatê
Mijara danûstandinan di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de ketiye rojevê. Hikûmeta Sûriyê tekez li ser destûra sala 2012ê, wek bingeha danûstandinan dike, lê Rêveberiya Xweser û HSD jî dibêjin, ev yek ne bes e û têra taybetmendiyên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firatê nake, ji ber ku rewş ji sala 2012an cuda ye.
Rêveberiya Xweser dibêje, Hikûmeta Sûriyê li ser asta rêveberiyên xwecihî gotûbêjan dike, lê ew dixwazin ku guhertineke bingehîn li navçeyê hebe.
Şirovekar jî dibêjin, Îran li dijî planên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê kar dike, û niha milîsên nihênî li navçeyê çê dike, daku pêgeha Îranê li herêmê bihêz bibe.
Garantiya Rûsî ji bo danûstandinan xaleke bihêz ji bo misogerkirina serkeftina her rêkfetinekê ye, lê heya niha Rûsya bi xwe jî tu berdelên lojîkî ji bo herdu aliyan pêşkêş nekiriye.
Seroka Desteya Cîbicîkar a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed dibêje:“Rêveberiya herêmî dimînê rêveberiya herêmî di çarçoveya xizmetguzariyan de, tiştên ji me re pêwîst e guhertinek mezin û berfireh be. Cardin yekbûna axa Sûriyê bê parstin û guhartinên cedî çêbibin.”
Di gel arambûna tona daxuyaniyên aliyên cuda yên Kurdî, Sûrî bi giştî û hêzên navdewletî yên peywendîdar, wezîrên derve yên Rûsya û Îranêê li Moskowê dicivin û mijarên sereke ku behs dikin Sûriye û bi taybetî jî Rojhilatê Firatê ye.
Di demekê de ku Rûsya dixwaze ezmûna feyleqê pêncan a li başûrê Sûriyê di gel HSDê bi cih bike û wan tevlî artêşa Sûriyê bike, Îran dûr ji van bizavan, beriya çend rojan pêşwazî li beşek ji serokhozên Ereb ên Rojhilatê Firatê kir û kar li ser avakirina hêzeke li dijî Amerîkayê û ji bo girêdana Sûriyê bi Iraqê ve dike.
Şirovekarê Siyasî, Dr.Ferîd Sedûn di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Pîlanek Amerîkiyan heye ku Îranê ji vir dûr bixin, û rê di navbera Rojhilatê Firatê û heta bihigin Tinfê heta Xelîc el Eqebe de vebe, ji ber wê jî dê Iran xirabiyên mezin li deverê bike, niha destpê kiriye daku artêşekê li vir ava bike.”
Amerîka, Rûsya û Îran jî gihiştine wê baweriyê ku rewşa Rojhilatê Firatê bi vî awayî berdewam nabe û divê bi çareseriya siyasî ve bê girêdan û heta HSDê di proseya siyasî de bê qebûlkirin divê li gel ENKSê rêk bikeve, daku têkeve rêzên opozisyonê yan jî tev li gel hikûmeta Sûriyê rêk bikevin, daku li ser pişka Şamê tevlî danûstandinan bibin.
Bêguman hebûna hêzeke navdewletî ji bo rêkeftinê garantiya serkeftinê dide, lê di heman demê de her gerentîkarek jî dê çarseriyê li gor wazên xwe bajo.
Rudaw
