• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokwezîrê Iraqê serperiştiya civîneke bilez a Civata Wezîrên Iraqê ji bo ewlehiya niştîmanî kir

Gulan Media November 20, 2024 Nûçe
Serokwezîrê Iraqê serperiştiya civîneke bilez a Civata Wezîrên Iraqê ji bo ewlehiya niştîmanî kir

Serokwezîrê Iraqê serperiştiya rûniştineke bilez a Civata Wezîrên Iraqê ji bo ewlehiya niştîmanî dike, herwessa Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekedar ênIraqêdibêje, “Di wê rûniştinê de danûstandin li ser dawî pêşhatên rewşa ewlehiyê ya herêmî û navdewletî hatin kirin.”

Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar ênIraqêYehya Resûl îro 19.11.2024 ragehand, “SerokwezîrêIraqêMihemed Şiya Sûdanî serperiştiya rûniştineke bilez a Civata Wezîrên Iraqê ji bo ewlehiya niştîmanî kir, û tê de ew skala red kir a ku Israîlê li dijîIraqêarasteyî Civata Ewlehiyê ya Navdewletî kiriye.”

Yehya Resûl amaje jî da, “Di wê rûniştinê de tekez hatiye kirin ku skalaya Israîlê ya li dijîIraqêhatiye bilindkirin tometên bêbingeh in û armanc jê rewatîdan e ku, bi wê rêyê destdirêjiyê bike ser Îraqê. Ev jî armanca Israîlê ye ji bo berfirehkirina bazineya hevrikiyan û şerê deverê.” Tekez li ser wê yekê jî kir ku, “Divê Amerîka pêngavên çalak li dijî Israîlê biavêje.”

Li dû ragehandina Yehya Resûl,di wê rûniştinê de tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku biryara şer û aştiyê tenê di destê HikûmetaIraqêde ye, herwesa hikûmet li ser pilanên xwe ji bo rêgirtina li bikaranîna axaIraqêji bo destpêkirina her êrîşekê berdewam e, herwesa li pey wan hemî kesan e yên ku tevlî çalakiyên çekdarî dibin û gefan li ewlehî û yekperçeyiya axaIraqêdikin.

Di wê rûniştinê de herwesa hat berçavkirin, “Tomet û kiryarên vê dawiyê yên desthilatdariya qewareya Zayonî pêşveçûneke metirsîdar e û bizavek e ji bo yarîkirina bi raya giştî ya navdewletî ji bo peydakirina behaneyan ji bo destdirêjîkirina li serIraqêû ji bo parastina aştî û ewlehiyê û zêdekirina metirsiyên berfirehkirina şerî û hevrikiyan li deverê jî bizavek e.”

Herwesa di ragehandina Yehya Resûl de hatiye, “Iraq pabenbûna xwe bi qanûnên navdewletî û peymannameya Neteweyên Yekgirtî û tekez dike û gefên desthilatdarên Israîlê jî bi tundî şermezar dike, ku armanca wan neseqamgiriya deverê ye.”

 

 

Basnews

Top