Şandeyekî PDKê ji bo pêkanîna kabîneya 10em a hikûmetê serdana aliyan dike
Şandeyekî PDKê ji bo gotûbêjkirina derbarê pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê serdana YNK û aliyên din ên siyasî bike.
Jêderekî ji Komîteya Navendî ya PDKê ji K24ê re ragihand: “Ji bo pêkanîna Kabîneya Dehem, şanda danûstandinan a PDKê dê heftiya bê dest bi gera nû ya gotûbêjan ligel aliyên siyasî bike,.”
Li gorî heman jêderî, di van rojên borî de PDK serdana çend aliyên siyasî kiriye û di vê gerê de dê serdana aliyên siyasî yên din jî bike. PDK dixwaze hikûmetekê pêk bîne ku gelek alî û partî tê de beşdar bibin.
Derbarê serdana bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de jî wê jêderî got: “YNK di rojeva serdana me de ye û helbet em ê bi wan re gotûbêjan bikin, lê heta niha ne diyar e ku civîna me dê hefteya bê yan rojeke din be.”
Piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemantoya Kurdistanê rja 20.10.2024an bi rê ve çû, li gorî encamên hilbijartinan wiha bû:
PDK: 39 kursî
YNK: 23 kursî
Newey Niwê: 15 kursî
Yekgirtûya Îslamî: 7 kursî
Tevgera Helwest: 4 kursî
Komela Dadweriyê: 3 kursî
Bereyê Gel: 2 kursî
Tevgera Gorranê: 1 kursî
Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: 1 kursî
Kotaya Pêkhateyan: 5 kursî
Basnews
