• Wednesday, 11 February 2026
logo

Xaneqîn – Çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Heşda Şeibî kirin

Gulan Media December 31, 2019 Nûçe
Xaneqîn – Çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Heşda Şeibî kirin
Çekdarên DAIŞê li deverên Qeretepe û Xalis yên parêzgeha Diyale êrişî hêzên Iraqî kirin û herî kêm polîsek kuştin.

Berdevkê polîsê Diyale, Nîhad Mihemed ji BasNewsê re got, şeva borî li nêzîkî nahiya Qeretepe ya Xaneqînê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Iraqî û Heşda Şeibî kirin.

Nîhad Mihemed da zanîn, ji ber wê jî şerekî giran di navbera wan û çekdarên Heşda Şeibî de derket.

Wî efserê polîs anî ziman ku çekdarên DAIŞê li nav bajarokê Xalis yê Diyale de êrişî polîsan kirin û polîsek kuştin.

Basnews
Top