Ehmed Gilî: Gelek giringe xelkê navçeyên sînorê madeya 140 îro berî demjimêr 4ê êvari wegerin cîhên xwe
Şêwirmendê mekteba rêxistina Kerkûk – Germiyan ê PDKê daxwaz ji xelkê resen ên navçeyên sînorê madeya 140 a destûra daîmî ya Iraqê dike, berî demjimêr 4ê êvari wegerin cîhên xwe, ji bo ku rastî qerebalixiyê neyên, bi taybet jî eger û gotegot hene ku saziyên ewlehiya Iraqê di wê demjimêrê de rawestgehan dabixin.
Şêwirmendên mekteba rêxistina Kerkûk – Germiyan ê PDKê Ehmed gilî ji BasNewsê re ragehand, biryare sibe û dusibe beşeke giring ê proseya serjimêriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê birêve biçe, ku ew jî behsa zanyariyên li ser serjimêriyê dike ku di heyama borî de hatine tomar kirin û di vê qonaxê de jî divê hemû endamên malbatê amade bin.
Herwaha got: ‘’Hemû kes dizane ku proseya serjimêriyê di dîroka xwe de eger ji bo Iraqê giringiya wê ew be ku hejmara rûniştvanên welat bê zanîn û planên aborî û civakî yên cuda cuda ji bo wê bê danîn, giringiyekî mezintir hebûye ku ew jî destnîşankirina rastiya demografiya wan navçeyane ku Kurdistanî ne û bi rêya siyaseta şovenîst ve hewla erebkirina wan tê dayîn.’’
Ehmed Gilî diyar kir, ji dema dewleta Iraqê hatiye avakirin heta îro, navçeyên Kurdistanî yên sînorê parêzgeha Nînowa, Kerkûk, Selahedîn, Diyale û Wast ku nahyeyên Bedre û Cesan li gel e, hewla erebkirina wan tê dayîn, ji bo wê giringe xelkê resen ên wan navçeyan bi temamî ji bo rojên serjimêriyê li navçeyên xwe bin û li wê derê xwe tomar bikin.
Ehmed Gilî diyar kir: ‘’Daxwaz ji xelkê wî sînorî dikim, îro 19.11.2024ê berî demjimêr 4 ango 16:00ê êvari xwe bigehînin navçeyên xwe û dibe ku berî wê demjimêrê, ji rawestgehên di navbera Herêma Kurdistan û hêzên Iraqê derbas bikin. Ew jî ji ber du sedeman a yekem; ji bo nekevin qerebalixiyê, ya duyem jî; gotegot hene û eger heye saziyên ewlehiya Iraqê bi bahaneyên amadekariya ji bo qedexeya hatûçûnê ji demjimêr 4ê êvari ve rawestgehan dabixin.
Basnews
