• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê hevpeymaniya nîştimanî ya Îraqê kir

Gulan Media November 18, 2024 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê hevpeymaniya nîştimanî ya Îraqê kir

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa Îraqê hatiye kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevpeymaniya nîştimanî ya Îraqê bi Serokatiya Serokê vê hevpeymaniya han Eyad Elawî kir.

Di civînê de giftûgo derbarê hilbijartin û encamên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, pêşhat û guhertinên dawî yên li Îraq û deverê û astengiyên berdem aramiya Îraqê hatiye kirin.

Top